DÎGOR-(QERS)-2
Ji berê Dîgor tenê derdora vî çemî belav bûbû.Van salên dawî Dîgor li ser rêya Qersê hêdî hêdî ber bi Qersê mezin dibe.Li kêleka rêya Qersê yalê milê rast hîn avahîyên komelî û yên din hatine çêkirin.Mînak nexweşxaneya qezayê ji nû ve li vir çêkirine.Şêniyên Dîgorê pirranî bona danûstandinê ,pirsgirekên di sazîyên dewletê de bên çareser kirin û nexweşîyên ji nexweşxaneya navçeyê nayên tedawî kirinê tên li Qersê.Şênîyên ku hatine Qersê karên xwe yên din jî dikin.Herweha di heman demê de serîlêdana xizmên xwe jî ji nav derdixin.Bona hatin û çûyînê di nav Qers û Dîgorê de her roj û bi her saetan erebeyên nîv otobîs radibin,diçin û tên.Ji berê qet nedihate bihistîn ku şênî seba gerê çûye li bajêr.Dibe ku kêm kesan wisa kiriye.Ewnan jî Xwedê dizane bi dizî gerîyane.Ji ber ku karên malan pir bû.Lewma nikaribûn bo keyfa xwe bigerîyan.Tenê bo danûstandin ,nexweşî,şîn û şahîyan diçûn li bajêr.Jiyana berê pir zehmet bû lê bi qasî wê jî xweş bû.Ew gotin qet ji devê mezinan nakeve.Zêdetir kal û pîr,rûspî xwezîya wan rojan dikin.Gava ku qala rojên berê bi taybet ên gundan tê kirin yekser çavan wan tîjî hêsir dibe.Êdî ji ber gelek sedeman jîyana berê tune ye.Du sedemên wê yên bingehîn hene.Yek bihabûna her tiştî; ji ber ku alifên pez û dêwer tê stendin,mozat,ardû her diçin biha dibin.Ya din ji ber modernîteyê tevn û teşîyê berê nayên kirin.Pêdivîyên xwe bi pereyan ve bi dest dixin.Hema hema her tiştên çêkirî tên sitendin.Êdî çand û tevgerên berê hatine guhertin.Ji bo bîr û hişmendîya çandî divê guhdarên kal û pir,dê û bavan bin.Divê tiştên destkirî bê fêr bûn.
Dîgora şêrîn 41 km ji dûrî Qersê ye.Rê ya wê bi erebêyan nêzikî 40dk an dikşîne.Berê xelk peyatî an bi hespan di nav gelî,zozan û topan(çîyayên nizm,gir)re derbas dibûn diçûn û dihatin.Qet ferk nedikir germa havînê,sir û seqema zivistanê.Mîna îro rasterast rê tunebû jî.Gundîyan ji xwe re rê beled kiribûn di nav wan rêşivanan de diçûn,dihatin. Lewma bi vî awayî rêwîtî gelek saetan dikişand.Mînak, sere sibe ji Dîgorê rê diketin bi zorê nîvro şûnde digihîştin Qersê.Roja îroyîn li kolana Rêya Dîgorê otobîsên Digorê û gundên wê radibin,diçin û tên.Xelkên berê pir xurt,jîr,jehatî,çalak bûn.Yên vê demê nikarin hema hema 2 kilomêtroyan rê bimêşin,biçin.Di heman demê de diwestin bi ser de jî hezar gilî û gazinan dikin.Lewma jixweber qelew dibin û gelek nexweşî di canê wan de çêdibe.Bona saxlemî û tendûristîyê divê her dem çalak bin(ev wek peyameka binhiş bê pejirandin).
Gava ku hûn ê biçin Digorê, 4-5 km nezikî wê ji jor de di nav geliyeki hêşin de dê xûya bike,bê dîtin.Hûn ê bibêjin hema Dîgora navdar û şerîn ewqas e.Lê li ber çavên Dîgorîyan nazdar e.Me gotibû çemeke navê xwe ji Dîgorê hildaye di nav Dîgorê re derbas dibe,diherike.Der û dora vî çemî bi bexçeyên digorîyan şên bûye lewma hêşin û şîrîn e.
Vê gavê di fermîyetê de 38 gundên wê hene. Lê li gorî şênîyên ku min lê pirsîne hejmaran wan li ser 40 î ye.


Yorumlar
Yorum Gönder