HAVÎN

“Havîn e,kêvir bavêje kulînê”  

 PÛŞBER(HEZÎREN):Navekî hevedudanî ye.Bi peyvên "pûş" û "per"ê pêk tê.Di vê demê de giyayên çiyayan wisa hişk dibin  ku wekî perekî.Ba li wan dikeve û difirin.Di kurdîyê de ji giyayê hişkolek re "pûş" tê gotin.Lewma navê  pûşperê li vê mehê kirine.

Navên vê mehê yên din;mendaremang,perper,havîna pêşîn,xîve,xewê, peran,tîrmeh,bêderan,barran birran e.

  Havîn li gorî salnameya kurdî di 11 hezîranê de dest pê dike.Vê rojê roj dikeve xerçengê[1]( bi miladî ev roj 21’ê Hezîrenê ye).Ji vê rojê re“rojveger”jî tê gotin.Ji vê rojê şûnde rojên dê hêdî hêdî kêm û şevên jî dirêj bibin.Kal û pîrên me bi vê pêşgotinê ve serê havînê piştrast kirine;“Yazdehê hezîrenê serê havînê,berê xwe bide zivistanê.”Ango zivistana koleger destê xwe yê bide li ber gûhê xwe yê bê.Hewayê  her biçe sar bibe.

    Di qewlên  kurdên êzîdîyan dde navê vê mehê weha derbas dibe;

"Hezîran dibêje gulanê xwehê tu meheke bî extiberê.Eger padşahî bi serê te sist bike hefsarî;tê kevir û kuçikan bibarî.Gulan dibêje nesîbî ne bi destê min e.Bi destê mîrê mezin e.Teyr bi emir û ferwara wî difire.Hezîrenê deng dihilîl e.Ez dibiriqim ser çendî bendê miskîn e.[2]

     Di vê mehê de;

a)Çinîna ceh û geniman;”Genim firîk e ,mela şirîk e.” Ku 25 roj  ji adarê derê ,genim dikeve bêreqê.Li ber germa havînê distewe û tê ber bi çinînî.Wek yê cehan genim jî pirranî bi paleyan ve tê çinîn.Piştre liqatvan* û pez dikevinê zeviyan. Cihên di çal de an jî ne zêde bilind de genim berîya meha tebaxê tê çînin.

  Di 21‘e Hezîrenê de bi rovegera havînê ve li deştan cêh tê çînin.Cihên bilind û bintara çîyayan jî çawa tirmeh diqede û tebax dest pê dike  tê çînin.Genim jî wekî cêh li çîyayan an jî li nêzikî çîyayan dereng û cîhên din zû tê çînin.Mînak li bakûrê Serhedê çima ku hewa havînê hênik e heta meha Îlonê hema hema heta meha Cotmehê jî tê çinîn.

Şêweya çinînê:

    Çar pale li dû hev dasan digerînin  ku bidine bi ser hev ew dibe qefleyek.Qefle jî bi ser hev tên komkirin ew jî dibe rewakek.Palê û qefilvan dor bi dor vî karî dikin.Rawestgehan wan di bin konê wan e.Bi destûra paleyan qefilvan jî dikarin li bin kon birawestin.Leqetvan li dû qefilvanan dikevine pirezêyê. Ji yên mayîn ve ji xwe re leqatê didin bi ser hev.Xwediyê erdan bona xêra xwe leqatan didin şivan,gavan û xizanan.Dawîya vî karî  xwedîyê erdê pezekê serjê dike dem wek şahîyekî  bi stran,hilobî,hirboqîyê derbas dibe.Gidîş û rewak bi deweyan,hespan,gayan tên kişandin,têne bêndêrên** gundan.Piştre jî ceh û genim ji sapên xwe tên veqetandin.

  TIRMEH: Navê vê mehê navekî hevedudanî ye.Ji  peyvên (wûşên)"tîr" û "meh"ê pêk hatiye.Tîr navekî ji bo Siriusê tê gotin.Tîr ango Sirius stêrka ezmîn ya herî ronî ye.Bi latinî“Gerstêrka Utarîtê” ango Merkûr e. Merkûr di dawîya vê mehê de dikeve birca tîrê.Navê meha tîrmehê jî ji vê sterkê tê.Ji ber ku di dawiya vê mehê de derdikeve û ronî dide.

  Navên vê mehê yên  din; temmûz, havîna navîn ,xermanana ,serîseng ,soran ,mêwegenan ,nixşan, cûxînan, berepayîz,newruxşan e.

Di vê mehê de;

a)Çileyê Havînê

 Çileyê havînê  serê meha Tîrmehê dest pê dike heta stêrka Qurixê [3]hiltê  jî dewam dike.Di dawîya Hezîrenê ango li serê Tirmehê dest pê dike heta nav Tebaxê didome.Çava ku Mêzîn di serê meha Kanûna Pêşîn de diçe ava vêga li gorî hesabên hesabdaran zivistan dest pê dike.Çile wek navê xwe 40 rojan berdewam dike.Di vê havîna germ de çirçirk ji ber qirçîna xwe diteqin û erd jî ji ber  hişkayîya germê diqelişe.

  Di bazar, gidîş û rawekan de peyvên bi taybet:

 Cêz(koma dexlûdan wek ya genim ûwd ) bi wan pîvanan bi par dibin û tên firotan.kêl(16olçek),olçek(elb,stîl, li Serhedê dewsa elbê teneke tê bi kar anîn). Bênder-bêder(cihê dexlûdan û kayê ji hev derdixînin). 

TEBAX(GELAWÊJ): Navê vê mehê yên din;xermanan,havîna paşîn,çilehavîn,berewpayîz.

Tebax e kakil û mewîja raxe”.

Di vê mehê de, stêrka Gelawêj xwiya dibe û dinya  hêdî hêdî ber bi sermayê ve diçe.

 Îca ji pey kişandina dexlûdanan dest bi cerecerê bê kirin.

Cercere-cencere(amûreka dexlûdan pê tê kutan,dan û kayê ji hev diqetînin).Bi patosan an gaman(cencere) ve libên dexlûdanan ji kayê  vediqetînîn.Kayê dikine çel an  kadînan(merek- li serhedê).



[1] birca kevjalê- rojvegera havînê

[2] Tolan,Kemal,Nasandina kevneşopên êzîyatîyê,Weşanên Perî,Çapa Yekem,rr.36,Stenbol,Çileyê Pêşîn2006

*liqatvan:Kesên ku berhevdana bermahîyên cêh û qenim dikin ango liqatê dikin.

**bêndêr:Bêder,melaxme.Cihêkî dexlûdan ji tê jev qetandin.

3: Stêrka Gelawêj,Venûs

 

 


Yorumlar

Popüler Yayınlar