SALNAMEYA KURDÎ-1 BIHAR
BIHAR
Sadiq Uskan ku çend salan li dûv "Payîzxêr"a xwe çû û navên mehên salê û heyamên ku di wan mehan de rû didin ji devên xelkê û ji pirtûkan kom kirîye, di dawîyê de gihaştîye encamekê û di berhema xwe de nîşan bi wê yekê kirîye ku meseleya mehên salê tevlihevîyê tîne der, loma hewlên xwe kirin da ku bigihêje şêweyê navên mehan ên herî berbelav. Şêweyê ku mamoste Uskan yê herî guncav dîtiye wiha ye:
1-Adar 2-Nîsan 3-Gulan 4- Hezîren 5-Tîrmeh 6-Tebax 7-Îlûn 8-Çirîya Pêşîn 9-Çirîya Paşîn 10-Kanûna Pêşîn 11-Kanûna Paşîn 12-Sibat.* "
* Zîyad Hisên, https://welat-press.com/salnameya-kurdi/
Adar ne bihar e
Xox ne dar e
Keç ne yar e
Hejde Adarê heşt bihot befir hate xwarê
Negihîşte danê êvarê
Dotmam keç e ew her yar e
Zeviya ber nizar her beyar e
Zîpê me zîpê daran
Heke bibarin til hildar in (tilê berfê dihelîne/hil dide)
Heke nebare sermedar in
24’ê Nîsanê
Ga çû garanê êvarî hate kûnê danî
Hema wirê nîn e merdî helistanî
Hindî avetîrk li nav mehan bît
Pîrê ser û zozan heram bît (Li Çolemêrgê tê gotin. ji aliyê Kerem Onay hate şandin û bi destê Omer Dilsoz hat sererast kirin .)
"Adar e ne sar e ne jî bihar e."
"Adar e heya nîvro sar e ji nîvro şûn de êvar e."
Di bîra gel de herî zêde li ser meha adarê gotinên pêşiyan û biwêj hene. Li deştê niha rewş wuhan e. Her der spî dike ji berfê.
Ehmedê Xanî ji di Mem û Zînê de;
wextê ku şehsiwarê xawer
tehwil-i dikir di mahê Azer.
yanî ku dihate bircê sersal
qet kes nedima di mesken û mal
Li başûra bakûrê vê mehê bîstan(bostan) tên çandin,reşandin.
Barana Çilesir:Di dawîya meha Adarê(22 Adarê) dest pê dike heta dawîya Avrêlê(Nîsanê) berdewam dike. Baran her roj li danê esrê dibare. Li gorî hesabên hesabdaran 40 rojî dewam dike.Heke zîpik(terez) pê re nebare ji zadan re dibe derman.Ew baranan zêdetir bi birûsk û bi gurre gurre ewran ve pêk tên.Birûsk carinan însanan,heywanan û li malan jî dikeve.
Di wêjeya klasik de ev meh;
“ne Adar e,ne Nîsan e roja Feqîyê Teyran e." Tê gotin ku li ser 31 Adarê gengeşîyek
çêbûye ku ev roj ne ya Adarê ye ne ya Nîsanê ye.Li nav xelkê hîn kesan ev roj wek roja
Feqî ne pêjirandîye.Jinan jî bi vî awayî bersiv dane,“Feqîyê pir silokî,Ez baran
im tu dilopî.Ez Feqî me tu çi zirzop î”.
Newroz
Newroz ,newroza kalanî
darê gopalê xwe hilanî
bahar û zivistan ji hev deranî
Adar û newroz e
wekî hev bûne şev û roj e.
Li gorî salnameya gregorîyan(mîladî) 21 ê Adarê Newroz e.Jê pê ve di çanda kurdan de Newroz serê salê ye.Ji berê de heta niha wekî serê salê jî tê pîroz kirin.
AVRÊL (NÎSAN)
"Nîsan e çipîkên wê bi kîsan e"
Ji peyvên"av û rêl"ê(daristana çiyan) hatiye himatê.Di vê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango
rêl(dar)jî şiyar dibin.Bi bayê Werzeba ve di serî Nîsanê de bi germahîya wî ve serî gupikên daran diteqin û kulîlk vedibin.Nîsan di bawerîyan Akadîya de Nînsar Xwedewandê Şênkahîyê ye(Riwek,giya).ji yekgirtina zewaca Nînhûrsag(xwedewenda ava erda dayîk) û Enki Xwedewandê
avê)Nînsar ango Xwedewawenda şînkahîyê ji dayîk bûye.[1]
Vê mehê hem hewa germ e hem jî baran pirr e lewma çêre jî pir e.Heywan
(terş)çêrê têr dixwin.Baranên Nîsanê zadan zêde dikin.Lewma weha gorine"Çipîka barana Nîsanê wek malê Xorasanê".
Navên vê mehê yên din;Nîşan,Nînsar(bi akadî),avrêl,banemerd,bihara navîn,nûzan,şêst baran,pirbaran,bazebaran,hermêgenan ne.
Di vê mehê de rojên taybet;
a)Werzeba:Bi xêra germahîya vî bayî serê gupikên daran diteqe,dar kulîlkan vedikin.
b)Çarşema Sor:Li gorî bawerîya Êzîdîyan Xweda dinê(erd) roja çarşemê afirandiye.Çarşema serê mehe jî Hz.Ademî afirandiye.Ev roj pîroz e,ji ber vê her sal tê pîroz kirin.
c)Camûsqiran:"Ma camûsqiran bê serma derbas dibe".Rojek bi nîşan e.Bi ba,baran û bi zîpîk e.Zîpîk zêdetir di vê rojê de dibare.Li gorî hesabên hesabdaran ev roj dikeve 7'ê Nîsanê.Wê rojê hewa xirab bûye, sûr û seqem herweha tîpîyê dest pê kiriye û camiş kir bûne.Lewma wê rojê her kes bi tirs derbas dikin.Zîpîka camûsqiranê zadan(ceh,genim û hwd)li erdê radixe.
d)Pezbir:Êdî hewa ber bi germahîyê diçe.Ji ber germayê pez li pey çêrandinê taybet yê giyayên kulîlkî(bahtov)tavokî(tavoşkî) nebe di vê mehê de tên birîn.Ji purtan pêz re jî di gelek herêmê "hirî"tê gotin.Li serhedê û her cihên bilind pezbir ji ber sermayê dereng dest pê dike.Li pey pezbirê berx û mîhan ji hev diqetînin.Ji wê re "hevgelî"tê gotin. Di heman demê karikan jî ji bizinan diqetînin.ji wê re jî "bizmik" tê gotin.Li gorî kevneşopîya kurdan berx û karik bona fêrî çêrandinê ji makan tên qetandin.
e)Sergo:Di vê mehê sergo ango "kerme" tên birîn.Hîn herêman bi taran ve tê perçe kirin û piştre tê birîn.Li herê din jî bi meran çargoşe tê perçe kirin û birîn.Heke heywanên xwedî sergoyan pir be sergo jî mezin dibin.Gundî an bi hev re an bi tenê sergoyan dibirin. Piştî birînê kerme qor bi qor zêdetir li ser çeperan bona ziwabûyînê tên danîn.Heke kerme ziwabûne qor bi qor li ser hev tên danîn bi rêxe tên seyandin.Di hundirê qelaxan(Kozik)bi bişkulê pezan ve tijî dikin.Bişkulê pezan dermanê çileyê zivistanê ye.Dê dîsa bê dubare kirin cihên bilind ev tedarekên zivistanê heta havînê didome.
Li Dîgorê di vê mehê de;heke hewa xweş bûya hêrg li axlêve dihat cot kirin û heta payîzê tavê ew hêrgan wisa dişewitandin ku xwelî xwe bi xwe(ax)dipişirî.Heta bi çend rojên beranberdanê wusa dima.Nivê wan hêrgan dikirin payîze.Nivê hêrgan jî bona cêh felq dikirin heya saleke din axlêvê ceh bête çandin wusa dihîştin.Navê ji genimên payîzê re li Serhedê “payîze”tê gotin.Du genimên sereke yên ku navê “payize” lê kirine hene.Yek ji wan“kirig”e, ku kirig baş e bo çandin û xwarinê.Piranî li Digorê dihat çandin.Yek jî“topaç”e.Tahma vî genimî anegorî kirig pir xweş e.Genimê gundê li Nexwşiwanê(gundê Dîgora Qersê)ye.
Nîşe
Ceh û genimê sor li biharê dihat reşandin.Genimên payîze(topaç û kirig)bû.Ji arê lêzût re digotin çadî.Hilatina wî tune bû wisa dihate petin.Gundîyan bona hevrişkê dipetandin û germî germî dixwarin.Çewder bê tahm bû ji nişke ve qut diçû, nanê dipizirî hem jî tal bû.Bi mecbûr nemana nedixwarin.Zêdetir bona xwarina heywanan diçandin.Hewa xweş bûya di 15’ê Adar'ê de genimê bihare dihat çandin (cihê bilind).Cihên çal an li deştan jî di adarê de dihat çandin.
Gamêşkirana(camişkiran)Qersê di 26 hezîrenê de ye.Wê rojê her derê hewa germ bûye.Her deran hêşînayî çêbûye.Jixwe meha havînê ye.Wê rojê hewa xirab bûye ,bûye sûr û seqem herweha tîpîyê dest pê kiriye û camiş kir bûne. gamêşkiran(camişkiran) di 26 hezîrenê de ye.Wê rojê her derê hewa germ bûye.Her deran hêşînayî çêbûye.Jixwe meha havînê ye.Wê rojê hewa xirab bûye ,bûye sûr û seqem herweha tîpîyê dest pê kiriye û camiş kir bûne.Li gorî cihên başûr ev roja taybet meha Avrêlê di 7 ê avrêlê de ye.Wê rojê zîpik û baran zêdetir dibare hewa dibe tipî û ba û bager .Şivan vê rojê bi saw û xof derbas dikin.Kew jî tivdarekê xwe dikin ku heta heftê nîsanê qet nebe heft hêkan bikin.Kew dibêje,”Heger heta heftê nîsanê min heft heq nekirin bila heft ecêbê bê serê min”
Adar meha çandina ceh û genimên biharê ne.Hîn deran heta 15’ê gulanê jî tê reşandin.
5’ê avrêlê rojeke taybet e.Di vê rojê de ba û bager,tîpî çêdibe û serma bi şûn de tê.Vê rojê qelînek[2] tên qelandin,xaşîl[3] tê çêkirin.Ev roj rojên jimar in her sal bi şahî tên pîroz kirin.
“Bihar im li çîyan li deştan têr dikim birçîyan”.
Navê vê mehê yên din; zerdan, beranbiran, coredan, eyar, ayar,mayîs,bihara paşin,cozerdan,sawan,heywan e.
Di vê mehê de;
a)Çînîna cehan: Di serê Gulanê de ji ber germa royê ceh tê ber bi çinînê.Ceh di cehzeran de zerdibin.Dibe ku peyva "zerdan" a ku di hinek çavkanîyan de dewsa meha gulanê tê gotin bi vî hawî derketiye.Piştî 15-20 rojên vê mehê pale konên xwe li nava erdên cehan vedidin.Dest bi çanda cehan dikin.Palan rojên çandinê wer diwestin wer diwestin lewma ev gotin di çandê de cî girtiye,”roj hilat,mirina pala hat,roj çû ava pala bû zava”.
Piştî çînîna cêh leqatvan dikeve li nav zevîyê cêh çi liqat li erdê mayîne berhev dike.Leqatvan* pir xizanin.Dema berhevkirina liqata konekî wan tune ye ku ji ber germê hinekî bêhn vedin.”lê serê kê nekele havînê ,stîla wî nakele zivistanê”Li pey leqatvanan icar dor li şivan û pezî wî ye.Pez bi têra xwe pirêzê dixwe.Di xelasoka çinîna cehan de xwediyê erdê ji paleyan re pezekî serjê dike û çinîn bi dawî dibe.
*Kesê ku berhevkirina bermayiyên zevîyên cêh,genim û hwd dikin.Leqetvan xizanên bê erdin.
[1] Osman Muhsîn ,Mezopotamya ,Vekolîneke Dîrokî Di bajarvanî Kultur û Dramayê De Weşanên Şaredarîya^Bajarê Mezin A Amedê Çapa Dûyemîn, r 96, Amed,2012.
[2] qelînek:Genimê qelandî
[3] xaşîl; Li herêma Serhedê bi danê genim ve tê çêkirin.Danê genim heta bibe pelur tê kelandin .Paşê hinek ar lê dikin dîsa dikelînin.Ji pey re vê pelurê dikine çigunên mezin ,hundurê wê hinekî vedıkın runê helandî, jî dimis an jî herduyan bi hev re berdidin nava wê.Xwarîna bi wî avayî tê çêkirinê re dibêjin "xaşil".Danê gênim tê kelandin paşê êr tevî dikin û bi hev re dikelînin.Nava wê vedikin dimis û rûnê helandî lê dikin .bi vî awayî tê xwarin.


Yorumlar
Yorum Gönder