DÎGOR(QERS)-5 Rewş û Çêbûna Erdê
Gelîyê Çêm
Dîgor ji yalê erdnasîyê ve ciyekî volkanîk,perçeyekî çala Nexşiwanê ye.Wekî derûdoran erdê wê jî bi volkanîzmayê dirûviyaye.Çala Nexşiwanê li yalê rojhilata zozanaErzirom-Qersê li kêleka wê ye.Ji kêlekê dest pê dike heta dawîya gelîyê Çemê Dîgorê jî didome.Bi kurtî em dikarin bibêjin Dîgor di çal de cihekî volkanîk e.Derûdorên wê bi çend çîyayên agirî ve dorgirtî ye.Di devoka herêmî de ji wan re“top”tê gotin.Di nav xelkê de navên wan ên din "gir,girse"ne.Bilindahîya wan ji behrê hêri kêm 2000 mêtro ne.Lê nizm xûya dikin.Ji ber ku zemîna li ser bilind dibin xwe jî kêmtir 1.400 mêtroyê.Bilindtirîn çîyayên Dîgorê Çiyayê Zixçiyê(2961m)ye.Li başûrê rojavayê Dîgorê cî digre.Li başûrê rojavayê çîyayê Zixçîyê ÇîyayêTifik(Dûman2723m),li başûrê rojhilata Çîyayê Zixçîyê jî Çîyayê Xecîxelîl(2366m)cih girtiyê.Li nav Dîgorê ber bi başûrê Çemê Dîgorê diherike.Çem ji Çîyayê Zixçiyê dizê, erdê ku li ser diherike ji kûr ve dimaşîne û gelîyekî derbend anku gelîyekî ji herdû kêlekan ve tîke pêk tîne.Direjahîya vî çemî 18.97 km ye.Ev çem di nav Dîgorê re.Li başûrê rojhilat nêzî gundê Pekranê tevî çemê Avareş dibe.Avareş jî berî ku 8 km li dûrî bakûrê Tuzulcê tevî çemê Erez bibe tixûbê welêt û Ermenistanê xêz dike û piştre tevî çêm dibe.Herdû çem bi Erez ve sînor derbas dibin,diçin yalê Ermenîstanê.Li wir jî tevî çemê Qura dibin.İcar bi hev re digihêjin Gola Hezarê.Bes Gola Hezarê bi dawî dibin.Tê gotin ku Hezarê navê xwe ji eşîreka kurd, ku navê wê "hezar" e hildaye.Pêkhatina erd û axa Dîgorê mîna erdê Qers,Agirî û Erziromê ye.Bi piranîya erdê wan bi volkanîzmaya pijikîyayê pêk hatiye.Her der bi lav û axa agirî ve tê nixumandin.Germahîya lavan (bi pijikiyayî ji hundirê magmayê derdikevin)herî kêm1800-1900°C ne. lav ji pey derketinê hêdî hêdî sar bûne û pê ve deşt,çîya,kevir pêk hatine.Bi zanistî tê texmîn kirin ku temenê wan 6.5-7 milyon sal in.Bi destpêka çêbûna wan dema pliosenê(5,3-1.8 msb1) ye.Pêkhatin bi qasî 7milyon salan kişandiye.Heta dema kuaternerê ango heta 0,5milyon sal berê jî pêkhatin domiyaye.Texmîn kirina temenê wan di hundirê keviran de li gorî mayîna C14 an e.Heke zindî an ne zindî di hundirê her tiştan de C14 barkirî ye.Ji ber ku di DNA zîndîyan de carbon(C)mînereleka bingehîn e.Lewma temenê çêbûna keviran temenê erdê û herweha ya zindîyan dîyar dike.Li pey volkanîzmaya ku li derûdoran belav bûye kevirên ku dişibin kevirên ristimê yanê riolît(cureyeke granît)û bazalt,obsidyên,qijang2ûyd çê bûne.Di nav wan de çêbûna rîyolît berî giştan e.Destpêka çêbûnê dema plîosenê ye.Yên din di dema kuaternerê de ku dema herî nêzikî me ye(dema ku tê de dijîn halosen e) pêk hatine.Wekî di wêneya jor de tê dîtin ku di nav gelî de her deran ev kevir hene. Ji pey re li ser wan jî lavên kuaternere belavbûne.Bi sarbûna lavên kuaternerê jî keviren andezît, bazalt tûf,kefik,obsidyen û perlît çêbûne.Li fêza gelîyê(newal)çêm bintara rêya Qersê bi çend qator3bi kevirên kefik(ponze)ve xiştanan(tuxle)çêdikin.Di demên berê li derdoran kîjan kevir zêde bûna bi wan ve xanî,mal û avahî dihatin çêkirin.Kal û pîran di nav wan de bazalt,rîyolît bona ava kirinê çêtir dîtîne.Ji ber ku li derûdoran ew keviran pir bûne.Ji bilî wê sedema hilbijartinê ya din;şidiyayîbûn û qewînbûna rîolît bazaltan e.Malên ku bi wan keviran ve hatine çêkirin bi zivistanan germ,bi havînan jî hênik in.Lewma bi hezar salin tên zanîn û bi kar anîn.
Nivîs hê neqediyaye dê bidome...
1 mîlyon sal berê
2qijang:Cureyek kevîrên volkanîk ên reş û birqonek
3 qator:Ocaxên ku kevirên avahîyan jê derdixin.
Çavkanî:AbdurrahmanÖNEN,Ferhenga Erdnigarîyê.
M.KESKİN,Erzurum-Kars Platosu’nun
Çarpışma Kökenli Volkanizmasının Volkano–Stratigrafisi ve yeni K/Ar Yaş
Bulguları Işığında Evrimi, Kuzeydoğu Anadolu,MADEN TETKİK VE ARAMA DERGİSİ
TÜRKİYE'DE VOLKANİZMA VE VOLKANİK YERŞEKİLLERİ Özdoğan SÜR www.tucaum ankara. edu.tr
Kevîrên Rîolît


Yorumlar
Yorum Gönder