
Anegorî
gotinên gotîyan dîroka ciwarbûna Dîgor'ê ya destpêkê heta pey zayînê ber bi sedsala yekemîn ve diçe.Lêbelê mîna
gelek cihên din li ser dîroka Dîgorê jî xebatên zanistî nehatine kirin,lewma agahîyên zanistî di destê me de nîn in. Zanînên heyî
jî di bîra kal û pîran de mayînin.Dibe
ku ji wan yek jî pz di sala 480 î de
dêra Ermenîyan a herî mezin ku jê re “Manastıra Tekor” hatîye gotin li vir
avabûyî ye.Ev jî wek piştrastkirina digel jîyîna kurd û ermenîyan e.Em nizanin ka Digorê navê xwe vê dêrê hildaye an vê dêrê navê xwe ji Digorê
hildayê.Divê li ser dêr û navê Dîgorê,dîroka herduyan lêkolîn bê kirin.Em ê li jêr bir kurtî qala ava
kirina teknika dêrê û giringîya wê bikin.Dîgor berîya salên di 1880 an de di
bin desthilatdarîya Osmanîyan de cihekî piçûk
bûye.Welew ku hê jî piçûk e.Ji pey re ketîye bindestê Rûsan.Îcar di 22 yê cotmeha 1920 an de bi peyama Gûmriyê ve ketiye destê Komara Tirkîyê.Bêrîya
bi dest ketina Komara Tirkiyê giredayî navçeya li Zaruşadê(Arpaçay)bûye.Heta di
sala1953 an jî wûsa maye.Ji pey re bi fermî wekî navçeyeka qersê hatîye
pejirandin.
KEŞÎŞXANA TEKOR(EZÎZ SARKÎS-TEKORÎ DACAR) Keşîşxana Tekor ji pey zayînê nêzikî di sala 480 î de ji hêla çêkerên ermenîyan hatiye ava kirin.Ev dêr îro di nav Dîgorê li taxa Irmak'ê li ser kolana Ahmet Kaya dimîne.Di wêneya li rex nivîsê de rewşa wê ya îroyîn nîşan dide ku bûye xerabe.A niha şûna wê bi tenê
çend kevîr û perçeyên diwaran maye.Tê gotin ku heta di sala 1912 de ser pîyan bûye.Ji
ber erdhêja vê sala 1912 an derbeka giran hildayê hin cihê wê hilweşîyane.Lê derba
mezin piştî erdheja di sala 1936 an de girtiye.Ji pey re piranîya wê hilweşîyaye.Di salên 1960 î de jî bi biryara sazîyên dewletê bi temamî hatiye wêran kirin.Pê ve avahîya şaredarîya Digorê hatiye çêkirin.Ji bilî wê gundîyan jî pê ve ji xwe re çeper,tevle,gom,xanî çêkirine..
Berîya erdheja 1912 an
Li pey erdheja 1912 an
BERMAYÎYÊN TEKORÊ (Sala 2021 an)
DÎROKA TEKORÊ
Tê zanîn ku ji berê çar derî herwiha çar têketina manastirê hebûne.Piştre sê derî hatine girtin.Tenê derîyêkî li bakûrê yê herî rojavayê vekirî maye.Li ser şêma vî dêrîyî "Pakrewanîya Ezîz Sakrîs” hatiye nivîsîn, ango navekî wê jî ev e.Di vê nivîsê de qala ava kirina Tekorê ya ji yalê
Mîr Sahak Kamsarakan û pîrozkirina wê jî ji yalê Pitrik Yohan Mandakunî kirine.Anegorî
salixan ew kesan li pey zayînê salên di 480 î de jîyane.Ew jî temenê keşîşxanê dîyar
dike.Wisa tê zanîn ku ev nivîs kevintirîn nivisa ermenikî ye.Lewma taybet û girîngîya vê keşîşxane
hem di dîroka ermenîyan hem jî dîroka bicihbûna mirovan de zêde ye.

Zanîn û bawerîya li ser dêrê ev ev ku ev dêr berîya xaçperestîyê ew parestgeheka kevin e û bê qub e.Piştî xaçperestîyê jî apsîs lê zêde kirine û wekî bazîlîkayê bi kar anîne.Paşê ev zanîn û bawerî guherîye gotine ev dêr ji sêrî de wekî projeya "xaça di nav çarstêla tîk" ji sêrî de wiha ava bûye hem jî bi qub e.Roja îroyîn keşîşxane di dîroka ermenîyan de kevintirîn dêra biqub a li ser pîyan maye hatiye pêjirandin.Ve gavê zanîna derbasdar ya
muteber ev e. Tê derxistine ku şiklê bana vê dêrê ya bi qub wekî siwanê ye û bi çar quncik e.Di wan quncikan de du qat odeyên piçûk û di nav her odeyan de jî pêlekanek hebûye.Bi wan pêlekanan ve derbasî qatên li jor bûne.Odeyên
qatên binî jî wekî şapelê hatine çêkirin û bi kar anîn.
http://www.virtualani.org/tekor/turkish.htm

Sala 1840 î
Roja îroyîn- Xerabeyên diwarên alîyê li bakurê
Yorumlar
Yorum Gönder