WARÊN ÊZÎDÎYAN.DÎGORA ŞÊRÎN Û HÊŞÎN!
Dîgor qezayeka piçûk û dirôkî ye.Di dîroka kurdan de her wekî cihê din gîringîya wê jî zêde ye.Ji ber ku di destpêka sedsala 20 an de ev der cih warên kurdên êzîdîyan bûye.Em ê di vê nivisê de zêdetir qala li ser çebûna zemînê û bandora erdnigarîyê ya li ser kurdan bikin.Dê pêşîyê bi gelemperî bidin nasîn.Piştre qala taybetiyên wê bikin.Dîgor di nav sinorê Ermenîstan û Qersê de navçeyeka Qersê ye.Di navenda wê de çemekî piçûk diherike.Şêniyên navendê herdu yalê vî çêmî bi cih bûne.
Li rojhilatê Ermenîstan,li bakûr û rojavayê navenda Qersê,li başûrê rojava Qaqizman,li
başûrê jî Îdirê cih digre.Dîgor perçeyêkî çela Nexşiwanê ye.Lewma hewa li gorî Qersê piçekî germ e.Lê bi qasî İdirê jî germ nîn e.Bi saya zêdebûna germahîya hewayê darên fişne,erûg,gûz,alûç zerdelî şîn dibin.Derûdorên wê jî zevî,mêrg,çîya,zozan û gelî hene.Dîgor ji behrê 1450 mêtro bilind e.Bi tevî gundan rûbara wê 24863km2 ye.Hejmara wê bi tevahî gundan di
sala 2021 an de 21.490 ye.Bi tenê hejmara navenda bajêr2.473 kes in.Taybetmendiya hejmara bajêr eve ku;30 sal in hejmar zêde nebûye bi ser de jî kêm dibe.Yanê meriv dibêje qet zar û zêçên wan tunin? Kurd hîç bê zarok dibin!Helbet nabin.Sedemên kêmbûna hejmarê ya sereke xerabûna rewşa aborî ye.Van salên dawî ji ber hişkesalîyê û bihabûna her tiştî,xwedîkirina pêz û dêwêr ,çandina zêvîyan(ceh û genim)têra debara wan nake.Lewma koç dikin.Pirranî ciwan koç dikin.Koçî bajarê Qersê an bajarên Tirkiyeyê yên mezinan dikin.
Bona debarkirina malbatên xwe,bona xebatê bi mecburî diçin li derveyî welêt.Dîgorîyan pirranî berê xwe dane li Stênbol,Enqere,Îzmîrê.Li wan deran nêzikî hev cîwar bûne.Zêdetirên wan an bûne karkerên avakirinê an jî pazarvan.Pazarvan her hefteyî di her taxê dedezgehê xwe vedikin, dest bipazarvanîyê dikin.Dîgorîyan di wan bajaran de wekî şerûdan tên nas kirin.Nizanim çima:))Niha em dikarin bibêjin xeynî peywirdarên
dewletê, yên ku di qezayê de dijîn ji sedi
sed kurd in.
Berîya 40-50 salan li wir mîna gundên Taşniga Ecem(Şenol),Agragê(Derinözü)û navenda Dîgorê hin malbatan eceman hebûne.Lê vê gavê tê gotin ku li wir
ecemek jî nemaye,vekişiyane çûne Qersê an bajarên din.

Berîya ji sala 1918 an jî zêdetir kurdên êzîdî û kêm Êrmenî li vir jîyane.Hema hema her gundên ku vê
gavê tê de kurdên sûnnî dijîn ,berîya wan salan cih û warên kurdên êzîdîyan bûne.Êzîdî an
yêzîdî giş kurd in.Belkî jî gelek kes nizane çi hatîye li serê wan û çima bê hemadê xwe cih û warên xwe hiştîne û jê qetiyane.Di dîrokê de ev dem wek“rev û
bez”ê tê bi nav kirin.Yalê Dîgorê kurdên Ezîdî û yalê ermenîyan jî kurdên sunnî
revîyane hatine bûne malîvanên hev.Xwastine xwe ji ber zilm,zordarî,êriş û kuştina dagirkeran rizgar bikin û zar û zêçên xwe biparêzin. Êzîdîyan dema rev û bezê ji ber dorpeçkirina êrîşkaran cihê rev û xweveşartinê neditîne lewma bi lêz,bêçare xwe avêtine benda Avareş.Bextê wan tavilê wekî Avareş qîrîreş bûye.Ji ber ku gelek kes hin negihiştîne
Avareş bi hovane hatine kuştin.Gelek din ê mayî jî di Avareş de ro de çûne.Ev çi bêbextiye ku mirin bûye para hema hema bi giştan.Çi bextekî reş e ku bê xatirxwestin ewqas sêwî li pey xwe hiştîne!Gelo hişe we hildide meriv hermet û zarokên xwe,dê û bav,kal û pîrên xwe ,xizm û cîranên xwe li pey xwe bêkes bihêle,bê hemadî xwe biçe.Rewşeka ewqas xerab bijî ku sax bimînî jî mirîyî.
Axx Dîgora
şêrîn, warê kurdan.Navekî bi jan û kul...Wek axîna êzîdîyan.Axîna zarên sêwî ...Berîkirina welatê qedîm.Ji rewanê axîna Celilê Celîl,Ferîgê Ûsiv û Hecîyê Cindî yî.Digorê! “Axxx
welatooo!!!"
Yorumlar
Yorum Gönder